Pizîşkiyan: Em ê pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir bikin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku divê pêwendiyên wan ên aborî, siyasî û çandî yên di navbera wan û Herêma Kurdistanê de bihêztir û xurtir bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pizîşkiyan eşkerekir ku ew amade ne bi rêya guftûgo û dan û stendinê  her pirs û pirsgirêka li gel welatên cîran çareser bikin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro li Tehranê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re civiya û qala pêwendiyên di navbera wan û Herêma Kurdistanê de kir.

Mesûd Pizîşkiyan da zanîn ku pêwendiyên dîrokî, çandî û civakî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kevnar in û wiha got:

"Ji bo Komara Îslamî ya Îranê xwedî girîngiyeke taybet in û pêwîst e bên bipêşxistin."

Her wiha li gorî mijarê ku di nava civînê de hatin guftûkirin ji bo ku pêwendiyên her du welatan xurtir bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye