Îranê zextên li ser xwendekarên zanîngehê zêde kirin: 150 xwendekarên jin hatin dûrxistin

Li Zanîngeha Zehra ya Tehranê herî kêm 150 xwendekarên jin bêyî biryareke fermî ya dîsiplînê ji xwendinê hatin dûrxistin; Wezareta Zanistê ya Îranê jî bi rênmayiyeke nû, li hemû zanîngehan hîcaba bi zorê û lixwekirina cilên diyarkirî ferz dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di salên dawî de zanîngehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bûn qadên sereke yên berxwedana sivîl û nerazîbûna li dijî zilmê. Ji ber vê sedemê, rejîma Îranê her ku diçe zext û sînordarkirinên li ser xwendekaran, bi taybetî li ser xwendekarên jin girantir dike.

Binpêkirin û rênmayiyên nû yên cilûbergan

Li Zanîngeha Zehra ya Tehranê, herî kêm 150 xwendekarên jin bêyî biryareke fermî ya komîsyona dîsiplînê û bi awayekî yekalî ji aliyê serokatiya zanîngehê ve hatin dûrxistin. Ev biryar li derveyî rêziknameya yasayî pêk hatine. Di heman demê de, Wezareta Zanistê ya Îranê bi rênmayiya nû ya bi navê 'Rênmayiya arastekirin, exlaq û şêwazê zanîngehê' ve lixwekirina cilên diyarkirî û hîcaba bi zorê li hemû saziyên xwendina bilind ferz dike, ku xwendekarên li dij derkevin nikarin bikevin kampusan. Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Îranê, gelek xwendekar ji ber sedemên siyasî bi zext û cezayan re rûbirû ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye