Seroka siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas roja înê di peyameke nivîskî li ser Xê de ragihand ku Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser hejmarek dadwerên Îranî ji ber binpêkirinên mafên mirovan sepand.
Cezayên Yekîtiya Ewropayê di bersiva zêdebûna pêla tepeserkirinê li Îranê de hatin sepandin.
Kaya Kallas diyar kir ku ceza li ser kesayeteke payebilind a Îranî ya di komeke elektronîkî de jî hatiye sepandin.
Kallas di nivîsa xwe de wiha berdewam kir:
"Digel ku Tehran tepeserkirinên navxweyî tundtir dike.
Yekîtiya Ewropayê di cezakirina berpirsiyarên kiryarên wiha de berdewam dike."
Seroka siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê navên kesên ku hatine cezakirin neda.
Muqedem: Divê rawestandina bidarvekirinan bibe mijareke sereke
Têkildarî vê mijarê, Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Mehmûd Emîrî Muqedem daxuyand ku bi hilweşîna agirbestê û ji nû ve destpêkirina şer, ew pir nîgeran in ku rayedarên Îranê dê vê rewşê bi kar bînin, da ku bidarvekirina girtiyên siyasî zêde bikin.
Mehmûd Emîrî Muqedem wiha lê zêde kir:
"Civaka navneteweyî û bi taybetî Yekîtiya Ewropayê, divê di her dan û standinekê de rawestandina yekser a bidarvekirinan bike mijareke sereke."