Hevpeymaniya Rojhilatê Kurdistanê êrîşên Îranê şermezar dike

Li ser bersiva êrîşên herî dawî yên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê civîneke lezgîn pêk anî û êrîşên Îranê şermezar kirin. Hevpeymaniyê diyar kir ku dê heta rûxandina dewleta Îranê xebatên xwe bidomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, der barê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê de civînek pêk anî û daxuyaniyek belav kir.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de karanîna çekên qedexekirî ya ji aliyên hêzên girêdayî Îranê ve şermezar kir.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, ragihand ku heta rûxandina dewleta Îranê û bidestxistina mafên Kurdan dê xebatên xwe berdewam bikin.

Hevpeymanî: Îranê di êrîşên xwe de çekên qedexekirî bi kar anîne

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser yekrêziya hêzên Kurdî û got:

“Hejmarek ji pêşmerge û gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê di êrîşên hikûmeta Îranê de canê xwe feda kirin û hejmareke zêde ji hêzên wan birîndar bûne.

Ji ber vê yekê jî, biryara yekrêzî û hevgirtinê di nav bîr û bawerî û tevgera Kurdistana Îranê de, ne vebijarkek e, lêbelê pêdiviyeke stratejîk e ji bo rûbirûbûna van êrîşan.”

Hevpeymanî: Wê têkoşîna me ya li dijî Îranê berdewam bike

Dîsa Hevpeymaniyê li dijî êrîşên Îranê tekezî li ser çareserkirina pirsa rewa ya Kurdan kir û ev peyam da:

“Ligel bihêztirkirina pira peywendiyên navdewletî, da ku civaka cîhanî li hember van êrîşên hikûmeta Îranê bêdeng nemîne û piştgiriya xebat û têkoşîna gelê Kurd bike.”

Di dawiyê de Hevpeymaniya Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê da xuyakirin ku ew bi biryar in ku heta rûxandina Komara Îslamî û bidestxistina mafên neteweyî û siyasî yên kurdan li Rojhilatê Kurdistanê, wê xebatên xwe berdewam bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye