Zanîngeha Şerq a Reqayê bû şaxek ji zanîngeha Firatê

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Merwan Helebî serdana zanîngeha Şerq a li Reqayê kir. Merwan Helebî, diyar kir ku ji bo temamkirina proseya entegrekirina Zanîngeha Şerq di nava Zanîngeha Firatê de, komîteyek taybet li wezaretê hatiye avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zanîngeha Şerq a Reqayê bû şaxek ji zanîngeha Firatê

 

 

Beriya 2 rojan Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Merwan Helebî serdana Zanîngeha Şerq a li Reqayê kir.

 

Merwan Helebî li zanîngehê civînek li dar xist.

 

Helebî diyar kir ku ew piştgiriya proseya xwendina bilind li her navçeyeke Sûriyê dikin û ew hewl didin ku saziyên xwendina bilind bêne xurtkirin da ku bi temamî bi rola xwe rabin.

 

Helebî avakirina komîteyek taybet bi temamkirina proseyên entegrekirina Zanîngeha Şerq di nava şaxa Zanîngeha Firatê de ragihand û tekez kir ku di heman demê de wê mafên tevahî xwendekaran parastî bin.

 

Wezîrê Xwendina Bilind ji Şamê hat Reqayê

 

Wezîrê Xwendina Bilind diyar kir ku Wezaret pabendî piştevaniya fakulteyên şaxê Zanîngeha Firatê ye û wê xebatkarên guncaw bişîne, da ku jîngeheke perwerdeyê ya aram li gorî xwendekaran were dabînkirin.

 

Merwan Helebî da zanîn ku bawernameyên derçûyên Zanîngeha Şerq ên salên borî wê li gorî çarçoveya qanûnî werin pejirandin.

 

Li Reqayê amadekariyên avakirina zanîngeheke nû tê kirin

 

Her wiha eşkere kir ku di çarçoveya nexşeya xwendina nû de li gorî pêdiviyên xwendekarên herêmê, niha wezaret lêkolînekê li ser avakirina zanîngehek serbixwe li Reqayê dike.

 

Zanîngeha Şerq yek ji zanîngehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û navenda wê li bajarê Reqayê bû.

 

Lê piştî êrîşên çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev zanîngeh bû girêdayî Wezareta Xwendina Bilind a Şamê.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye