Îran di hevdîtinên bi Amerîkayê re teşwîqên veberhênanê pêşkêş dike

New York Times, bi gotina sê berpirsên Îranî yên ku bi hevdîtinên Nukleerî yên li Cenevreyê serwext in, ragihand ku dewleta Îranê hewl dide bi pêşkêşkirina teşwîqên darayî û derfetên veberhênanê bi Amerîkayê re, bala Washingtonê bikişîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî New York Times sê berpirsên Îranî gotin ku di hevdîtinan de, dewleta Îranê amadebûna xwe ya rawestandina dewlemendkirina Uranyûmê ji bo sê heta pênc salan ragihand.

 

Piştî vê yekê Îran dê beşdarî koalisyoneke herêmî bibe ji bo dewlemendkirina Uranyûmê ser asta sivîl.

 

Dewleta Îranê daxwaza rakirina dorpêçên darayî yên Amerîkayê kir

 

Li gorî berpirsan, Tehran her wiha pêşniyar kiriye ku depoya xwe ya Uranyûmê di nav Îranê de û li ber çavên mufetîşên navneteweyî kêm bike.

 

Her wiha di berdêla wê de, Îranê daxwaza rakirina dorpêçên darayî yên Amerîkayê û bidawîanîna qedexeya li ser firotina petrola xwe kiriye.

 

Li gorî rojnameyê, danûstandinên dawî yên li Cenevreyê nîşaneya vê hewildanê didin.

 

 

War Zone : Êrîşa muhtemel di qonaxên xwe yên dawî de ye

 

Lê belê, di heman demê de, hebûna leşkerî ya zêde ya Amerîkayê li herêmê nezelaliyek li ser rê û cihê dawîn ê Washingtonê çêkiriye.

 

Malpera War Zone, ku malperek pispor e li ser pîşesaziya parastinê û ewlehiya neteweyî ya Amerîkî, li ser bicihkirina hêzeke mezin a leşkerî ya Amerîkî li nêzî Îranê raporek weşandiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye