Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê, kampanyaya 8'ê Adarê, li bajarê Qamişloyê eşkere kir.
"Em nahêlin keda jinên berxwedêr were windakirin"
Jinan di daxuyaniya xwe de gotin ku parastina destkeftiyên şoreşa jinan û garantîkirina Sûriyeke demokratîk, ji bilî naskirina destûrî, ti alternatîfeke din tune ye û wiha lê zêde kir:
"Em tevger û rêxistinên jinan li Rojava, bi hemû pêkhateyên xwe, nahêlin ku keda jinên berxwedêr were windakirin an jî têkbirin."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin:
"Em ji qadên têkoşînê destpêkirina kampanyayeke mezin a neteweyî radigihînin, da ku asta têkoşînê mezin bikin.
Mafên me rewa ne û nayên paşxistin. Divê mafên jinan di destûra Sûriyê de werin parastin."
Jinan, bang li civaka navneteweyî kir ku ezmûna pêşengiya jinan wekî modeleke neteweyî ji bo çareseriyek berfireh a Sûriyê nas bikin ku veguherînek ber bi Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî ve garantî bike.
Bernameya Kampanya Parastinê ya 8’ê Adarê wiha ye:
– Çalakî û Bûyer.
– Meşên girseyî ji bo piştgiriya zimanê Kurdî û di destûr de were bicihkirin.
– Meşa jinan ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ).
– Xwendina daxuyaniyekê derbarê Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinan de.
– Meşên ji bo piştgiriya mafên jinan di 8’ê Adarê de.
– Çalakiyeke protestoyê (stranên şoreşgerî – şano).
– Civînên giştî.
– Meşên jinan li bajaran ji bo piştgiriya Şoreşa Jinan.
– Civîna tevgerên jinan û rêxistinên civaka sivîl (avakirina lobiyek jinan).
– Civînên onlayînê li ser destkeftiyên Şoreşa Jinan.
– Kampanyaya Hashtagê.