Serokê Berê yê Îstxbarata leşkerî ya Îsraîlê Amos Yadlin, danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê de, şîrove kir.
Amos Yadlin ragihand ku dibe di rojên pêş de pevçûneke leşkerî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî de dest pê bike û wiha got:
"Beriya şer rêyeke dîplomatîk heye ku divê bi tevahî were şopandin"
“Hêzên mezin di çend rojan de şer nakin; rêyeke dîplomatîk heye ku divê bi tevahî were şopandin."
Her wiha Yadlin da zanîn ku gelek kes li dijî êrîşê ne, lê Trump bi biryar e û wiha anî ziman:
“lê dîsa jî, ne diyar e ku Pentagon dixwaze çi bi dest bixe”.
"Îhtîmala êrîşekê ji ya dîplomasiyê mezintir e"
Di heman çarçoveyê de jî, efserê berê yê Îstxbarata leşkerî di artêşa Îsraîlê de û serokê bernameya Îranê li Enstîtuya Îsraîlê ya ji bo Lêkolînên Ewlekariya Neteweyî, Raz Zimet ihtîmala erîşeke leşkerî ya Amerîkayê li dijî Tehranê da.
Raz Zimet da xuyakirin ku Îhtîmala êrîşekê ji ya dîplomasiyê mezintir e û wiha lê zêde kir:
“wê Sebir û Îradeya Donald Trump tune be ku daxwazên dawî yên Tehranê qebûl bike.”
Her wiha ev berbirpirs perspektîfên hevdîtinan pir erênî nabîne û li ser geşbîniya ku ji hêla aliyan ve tê nîşandan, bêhevî ye.