Îraqê deriyê sînorî yê Şelamçeyê yê bi Îranê re girt

Piştî ku di êrîşên hewayî de welatiyekî îraqî hat kuştin, Hikûmeta Îraqê deriyê sînorî yê Şelamçeyê yê bi Îranê re girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê, ji Reutersê re gotin ku piştî di êrîşên hewayî yên li aliyê Îranê welatiyekî îraqî hat kuştin, Bexdayê deriyê sînorî yê Şelamçeyê bi Îranê re girt.

 

Çavkaniyan, ragihandin ku di êrîşan de, ku li aliyê Îranê qada pêşwazîkirina rêwiyan hedef girtibûn, sivîlek hate kuştin û herî kêm 5 kesên din bi giranî birîndar bûn.

 

Polîsên îraqî cenazeyê sivîlê kuştî dîtin û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

 

Parêzvanê sînor ê îraqî daxuyaniyek weşand û got ku wan ferman daye ku deriyê sînor ji bo bazirganî û trafîka rêwiyan were girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye