CHP dê kongreya awarte li dar bixe

Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) ragihand ku ew ê 21ê Îlonê kongreya xwe ya awarte saz bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) Gul Çiftçiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û ragihand:

"Tevî dorpêça li ser partiya me, em ê 21'ê Îlona 2025'an bi îmzeyên delegeyan kongreya xwe ya awarte saz bikin."

"Ev kongreya awarte, ne tenê siberoja partiya me; di heman demê de dê baweriya bi pirrengî, pirçandîbûn û siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê jî ji nû ve bîne ziman."

"Ev biryara ku bi îradeya delegeyên me hatiye wergirtin, li hemberî hemû hewldanên destwerdanê yên desthilatê, delîla herî bihêz e ku Partiya Gel a Komarî (CHP) bi awayekî saxlem li ser piyan e."

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24