Alî Bozan pêvajoya heyî nirxand

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî daxuyaniyên desthilata Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji ANF’ê re axivî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamenterê DEM Partî ya Mersînê Alî Bozan girêdayî pêvajoyê, pirsên ANF bersivand.

Bozan diyar kir ku her çiqasî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li meclîsê komîsyonek hatiye avakirin û guhdarkirin hatin kirin jî, kêmasiya wê yê sereke ji bo pêvajoyê bingeheke qanûnî nehatiye çêkirin û anî ziman ku vîna desthilatê ya ji bo aştî û çareseriyê "di gotinê de" dimîne.

Alî Bozan anî ziman ku gelê Kurd bi baldarî daxuyaniyên siyasetmedaran ên der barê Rojava de, ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku daxuyaniyên neyînî yên derbarê Rojava de, rasterast bandorê li baweriya welatiyan a bi pêvajoya li Tirkiyê dike.

Bozan daxuyaniyên Tirkiyê yên der barê Rojava de wekî "neavaker", "destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyê" û hewldana ji bo sepandina "zihniyeta tekparêzî" nirxand û diyar kir ku divê gelên Sûriyê biryara çarenûsa welatê xwe bidin.

 

'Daxuyaniyên neyînî bandorê li pêvajoyê dike'

 

Bozan anî ziman ku gotin û gefên Dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê, xeterî û bandora neyînî li pêvajoyê jî dike û got: "Di demekê de ku modelek wisa tê pêşxistin, daxuyaniyên neyînî yên li ser wê modelê rasterast bandorê li ser nêrîna welatiyan li hember pêvajoyê dike."

 

'Rêbaza tekparêz sudê nade'

 

Parlamenter Alî Bozan destnîşan kir ku rêbaza tekparêzî ya ku di dîroka 100 salî ya komarê Tirkiyê de hatiye ceribandin û têk çûye, niha hewl didin li Sûriyê biceribînin. Bozan anî ziman ku ev sudê nade gelên Tirkiyê û Sûriyê.

 

'Aqilê dewletê di pêvajoyê de samîmî ye?'

 

Bozan got ku her çiqasî gelê Kurd û dostên wan, desteka pêvajoyê bikin jî, di jiyana rojane de hin bûyerên ku bi gotinên aştiyê re nakok in diqewimin.

Bozan mînaka qedexekirina şîna gerîlayekî li Mêrsînê da û got ku ev bûyer di nav welatiyan de pirsên wekî “Di nav dewletê de kesên li dijî pêvajoyê hene?” an jî “Aqilê dewletê di pêvajoyê de samîmî ye?” çêdikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24