4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Damezrîner ê Partiya Karkarên Kurdisdanê PKK'ê Abdullah Oaclan e.
Her wiha 4'ê Nîsanê salvegera Damezirandina Yekîneyên Parastinê yên Jin YPJ'ê ye.
YPJ'ê li stadyuma 12'ê Adarê ya Qamişlo, salvegera damezirandina xwe û rojbûna Abdullah Ocalan bi merasîmeke leşkerî pîroz kir.

Di merasîmê de, Endama Fermandariya YPJ'ê Newroz Ehmed axivî û salvegera damezrandina YPJ'ê pîroz kir.
Newroz Ehmed, diyar kir ku wan di têkbirina DAIŞ'ê de pêşengî dikir û got ku bê destûreke demokratîk ku mafên jinan garantî bike û rêzê li teybetmendiya wan a leşkerî û îdarî bigire, çareserî li Sûriyê tune ye.
Endama Fermandariya YPJ'ê Newroz Ehmed, eşkere kir ku ew ji bo parastina mafên xwe bi erkên xwe radibin.
Di sala 2013'an de YPJ'ê hate damezrandin.
Şervanên YPJ'ê di van salan de, li rex şervanên YPG'ê li eniyên pêş derbên giran di şer de li DAIŞ'ê dan.
Di rizgarkirina herêmê de cihê xwe girtin û bi sedan şervanan di vê têkoşînê de canê xwe feda kirin.
Li Hesekê rojbûna Rêberê PKK’ê hat pîrozkirin
Bi boneya salvegera 77emîn a rojbûna Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan Gelê Kurd li her derê pîrozbahiyan li dar dixe.
Di bin dirûşmeya " 4ê nîsanê afirandina Azadiya Jin û Civaka Demokratîk” Xelkên bajarê Hesekê li Stadyûma Beledî bi coş pêşwaziya rojbûna Abdullah Ocalan kirin."
Pîrozbahî bi deqeyeke Rêzgirtinê dest pê kir, piştre jî ji Rêveberên Kongra Star Jiyan Dêrik û Zehra Elî axivîn.
Axêveran hêvî kir ku ev rojbûn bibe wesîleya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan.
Derbarê Mijarê de welatiya bi navê Ezîza Ebdullah rojbûna Rêberê PKK`ê pîroz kir û hêvî kir ku di demek nêz de di nava wan de azad rojbûna xwe pîroz bike.
Ezîza Ebdullah got: "Ev qas sal ew di zindanê de ye, lê ew bi fikir û felsefeya xwe di nava me de jiyan dike."
Her wiha Rêvebriya Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Cengîman Şêxo got ku gereke ev sal bibe azadiya Abdullah Ocalan.
Cengîman Şêxo hêvî kir ku rojbûna îsal bibe rojbûna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.
Di dawiyê de Komên Hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.