Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Şandeya Îmraliyê Prof.Dr. Mîthat Sancar ê ku beşdarî sempozyûma "Elewîtî û Paşeroj" a li Londonê bûbû, nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê û lêgerînên çareseriya demokratîk ên li Tirkiyê nirxandin.
Mîdhat Sancar anî ziman ku aştî ji ber xwe ve nayê, lê bi têkoşînê ava dibe û destnîşan kir ku pêvajo divê bi "civaka demokratîk" bê nirxandin.
Sancar der barê pêvajoya li Tirkiyê de destnîşan kir ku aştî ji ber xwe ve nayê, yan jî ji jorê ve nayê dayîn.
Mîthat Sancar diyar kir ku tenê bi yekîtiya demokratîk aştî li ser bingeha azadî û wekheviyê dikare mayinde bibe û anî ziman ku ji ber vê yekê divê aştî û civaka demokratîk bi hev re bên nirxandin.
Sancar ragihand ku ew aştiyê bi avakirina civaka demokratîk dinirxînin û got:
"Dibe ku em xwedî meylên cuda bin, xwedî fikrên cuda bin.
Lê belê zehmetî nîne ku em li ser armanca demokrasî û jiyaneke azad û wekhev bigihêjin hev.
Divê timî di bîra me de be ku ev cihêrengî ji bo têkoşîneke xurt, çavkaniya herî girîng e.
Em ê bi vî rengî bikaribin li Rojhilata Navîn modelekê biafirînin ku dê ji cîhanê re bibe mînak."
Sancar: Zehmetî hene lê pêvajo dewam dike
Sancar diyar kir ku pêvajoyeke ji muzakere û hevdîtinê heye, ev yek dewam dike û wiha got:
"Bêguman pêwîstî pê nîne ku mirov bi dûr û dirêjî qala zor û zehmetiyên pêvajoyên bi vî rengî bikin.
Tengavî, rawestîn, sekinîn û lawazî carinan dibe, lê dikarim bibêjim ku pêvajo dimeşe.
Hevdîtin û muzakere dewam dikin. Em hewl didin rê vekin.
Derdê me ew e ku vê rêyê vekin û di vê rêyê de ji bo aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşin."
Endamê Şandeya Îmraliyê destnîşan kir, ku di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer gelekî giran bûye û her der di nava hilweşînê de ye, tevgera aştiyê bûye pêwîstiyeke cidî û wiha got:
Di demeke wisa de, ku niha şer ewqasî zêde ye, ji Ûkraynayê heta Rojhilata Navîn, her der dişewite, bi sedhezaran mirov jiyana xwe ji dest dane, nebûna tevgereke aştiyê ya cîhanî kêmasiyeke cidî ye."