Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku duh li Girava Îmraliyê bi Rêberê Damezirîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîbû têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê hevdîtinê de hatin parvekirin.
Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike
Nirxandinên Abdullah Ocalan bi vî rengî ne:
"Civak; di her asta jiyanê de ji aliyê exlaqî, siyasî, hiqûqî û aborî ve gelekî asê û tengav bûye.
Ji ber vê yekê em di pêvajoyê de îsrar dikin û dilezînin.
Bi dîtina min, konjonktura Rojhilata Navîn hîn jî dikare her tiştî bi xwe re bîne.
Dewletên weke Îran û Îsraîlê hişk dibin û diyar e wê bêhtir hişk bibin.
Li Rojhilata Navîn afirandina netewperestî û cihêkariyê, mezinkirina mîkro-netewperestiyê zirarê dide.
Em karekî pêvajoyê dimeşînin ku bûyerên bi rîsk ên li herêmê bişopîne, pêşî lê bigire û hesabpirsîna bi xwînê ji holê rake."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Abdullah Ocalan der barê gavên qanûnî yên ku dê bên avîtin de jî ev nirxandin kiriye:
"Bêguman girîng e ku karê tê kirin hemû bibe xwedî çarçove û bingeheke qanûnî.
Mayina di nava hêvî û bendewariyê de, wê tenê rîskê bi xwe re bîne.
Dema me nîne ku em winda bikin.
Ez bawer dikim ku aktor hemû wê bi vê feraseta berpirsyariya dîrokî rabin û Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyê jî karên xwe bi vê hesasiyetê bimeşîne.
Qanûneke çarçoveyê dikare bibe şaneya bingehîn a pêvajoya demokratîkbûnê.
Sererastkirina qanûnî wê me bixe nava avakirineke pozîtîf a rasteqîn û pêvajoyeke wisa ku çerxa demokrasiyê lê digere.
Demokratîkbûn pêwîstiyeke jiyanî ye û serketina pêvajoyê jî wê me nêzî vê armancê bike."
''AKP-MHP'Ê bêyî derengxistin divê bi rengekî cidî gavên pêwîst biavêje''
Ji aliyekî din Rêveberiya Tevgera Apoyî jî ji bo rêveçûna pêvajoya ku ev demeke behsa xitimandina wê tê kirin, ev peyam da:
"Ji bo serketina pêvajoyê ku nêzî 2 sal in dewam dike, diviyabû ku qanûnên azadiyê bihatina derxistin ku Rêber Apo bikaribe bi rengekî azad lê siyasetê bike û astengiyên li pêşiya siyaseta azad bên rakirin.
Entegrasyona demokratîk a ku navenda siyaseta demokratîk e, tenê bi vî rengî dikare pêk were.
Em bang li desthiltadariya AKP-MHP'ê dikin ku bi rengekî cidî û berpirsiyarane nêzî pêvajoya heyî bibe û ji bo çareseriyeke ji bo xêra Tirkiyê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje."