Di encama êrîşa Îsraîlê de 2 kes mirin

Di navbera Îsraîl û Libnanê de şer û pevçûn berdewam dikin. Herî dawî, hêzên Îsraîlê serê vê sibehê, başûrê Libnanê armanc kir û di encama êrîşê de 2 kes hatin kuştin. Ji aliyekî din ve jî, serokkomarê Libnanê Jozef Ewn got ku vekişîna Îsraîl ji Libnanê daxwazeke neçarî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê, îro serê sibehê, li başûrê Libnanê çend cih bombebaran kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin.Artêşa Îsraîlê bi rêya hesabê xwe yê X’ê bang li niştecihên 12 bajaran kir ku malên xwe vala bikin.

Li gorî raporên medyaya Libnanî, hêzên Îsraîlê li ser rêya Kefar Rumman-Cermiq otombîlek bombebaran kirin.

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku di pevçûna duh a li başûrê Libnanê de leşkerekî wê yê 19 salî hat kuştin.

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê daxuyaniyek li ser Telegramê parve kir.

Di daxuyaniya artêşê de hat gotin ku ji destpêka şerê li dijî Hizbullahê (2’ê adara 2016’an) û vir ve, 23 leşkerên Îsraîlî li Libnanê hatine kuştin.

Josef Ewn: Vekişîna Îsraîlê ji başûrê Libnanê daxwazeke bêguman e

Ji aliyekî din ve, serokkomarê Libnanê Jozef Ewn piştrast kir ku vekişîna bi tevahî ya Îsraîlê ji başûrê Libnanê, daxwazeke neteweyî ya bêguman e.

Serokkomarê Libnanê Jozef Ewn di salvegera 26’an a vekişîna Îsraîlê ji başûrê Libnanê de daxuyaniyek da.

Jozef Ewn di daxuyaniyê de got:

"Salvegera rizgariyê di demekê de tê ku Libnan di rewşên êşdar re derbas dibe.

Êrîşên Îsraîlê nesekinîne û gundên başûr hîn jî di bin dagîrkeriyeke nû de êşê dikişînin.

Libnan vê rewşê qebûl nake û dê tu tawîzan nede.

Rêya vekişîna bi tevahî ya Îsraîlê, daxwazek neteweyî ya hişk e ku dewleta Libnanê hewl dide bi rêya danûstandinan bi dest bixe."

Danûstandin ne tawîz an radestbûn e

Serokkomarê Libnanê tekez kir ku danûstandin ne tawîz an radestbûn in, lê belê mafê taybet ê Libnanê ye ku ax û serweriya xwe biparêze.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Ewn ev tişt jî gotin:

"Rizgarkirina başûr erkek e ku divê dewlet bi piştgiriya gelê xwe bigire ser xwe, ji ber ku di dawiyê de ew tenê vebijêrk e."

Daxuyaniya Ewn piştî rexneyên sekreterê giştî yê Hizbullahê Naîm Qassem hat, ku gotibû:

"Ger hikûmet nikaribe serweriyê biparêze, divê îstifa bike."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye