Li Tengava Hurmizê Amerîkayê rê li ber 45 keştiyan girt

Li Tengava Hurmizê dorpêça Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li dijî benderên Îranê didome. CENTCOM'ê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê rê li ber derbasbûna 45 keştiyên bazirganiyê girtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dike.

Pê re jî, zextên Amerîkayê yên ji bo pûçkirina aboriya Îranê berdewan dikin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM'ê), bi rêya hesabê xwe yê fermî li ser platforma X'ê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, hêzên Amerîkayê ji bo sepandina dorpêça deryayî li ser Tehranê, çavdêriya xwe ya ji bo avên navneteweyî didomîne.

Li gorî daneyên CENTCOM'ê, heta niha ferman ji 45 keştiyên bazirganiyê re hatiye dayîn, ku vegerin benderan.

Ev ferman dê heta ku keştî bi dorpêçê re pabend nebin, dê di meriyetê de bimîne.

Donald Trump: Dorpêça Tengava Hurmizê ji êrîşan bandortir e

Ya ku herî zêde zirarê dide Îranê, dorpêça Tengava Hurmizê ye.

Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê, 13'ê Nîsanê dest pê kiribû.

Washingtonê ragihand ku dê ev dorpêç heta ku bi Îranê re peymaneke were îmzekirin, bidome.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dorpêça deryayî ji êrîşên mûşekî bibandortir e.

Tengava Hurmizê wekî rêya sereke ya veguhastina enerjiyê tê naskirin.

Nêzîkî ji sedî 20'ê petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di vê tengavê re, tê veguhastin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye