Welatiyê bi navê Ebdullah El Mûsa El Hesen, bi erebeyê sotemenî ji gundê Cib Ebyed ê rojhilatê Dêr Hafir ber bi bajarê Minbicê ve vedughast.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk gule li serê welatî reşand û di cih de kuşt.
Di heman çarçoveyê de, duh çeteyan welatiyek li bajarokê Meqta Hecer Kebîr ê başûrê rojhilatê Minbicê birîndar kir. Welatî ji bo tedawiyê bo bajarê Minbicê hat veguhastin.
Li gundewarê Minbic û Dêr Hafirê bêaramî û tevlihevî heye. Di heman demê de sûcên li dijî şêniyan wekî kuştin, hedefgirtina yekser, heqaret û desteserkirina mal û milkan didome.