Elektrîka niştimanî, duh, li hemû parêzgehên Îraqê qut bû.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa, derbarê qutbûna eleketrîkê de got ku heya niha ew sedema qutbûna elektrîkê nizanin.
Ehmed Mûsa, diyar kir ku ji bo qutbûna eleketrîkê lêkolîn dest pê kirine û wiha domand:
"Li tevahiya Îraqê, pergala elektrîka niştimanî ji kar derket, heta niha em bi xwe jî nizanin sedema wê ya sereke çi ye, lê me lêkolîn dane destpêkirin."
Her wiha Wezareta Elektrîkê ya Îraqê dibêje ku wan dest bi xebitandina stasyon û xetên cudakiriyê kiriye.
Ehmed Mûsa, da zanîn ku eger agahiyeke nû hebe û sedemên qutbûna eleketrîkê derkevin holê, ew ê ji raya giştî re ragihînin.
Hilberîna elektrîkê li Îraqê nêzîkî 17 hezar megawat e û di demsala havînê de pêdivî bi zêdetirî 30 hezar megawetî heye.
Herî dawî 11'ê tebaxa 2025'an ji ber pirsgirêkeke teknîkî elektrîka Îraqê li seranserî welêt qut bibû.