Keştiyeke Îranî li nêzî Srî Lankayê hat armancgirtin

Keştiyeke binavî ya Amerîkî li Beravên başûrê Srî Lankayê keştiyeke şer a Îranî noq kir. Di encamê vê êrîşê de bi dehan kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, li beravên başûrê Srî Lankayê, keştiyeke şer a Îranê noqî avê bû.

Tê ragihandin ku ev keştî ji aliyê keştiyeke binavî yê Amerîkî ve, hatiye armancgirtin.

Rayedarên Srî Lankayê eşkere kirin ku wan 87 cenaze derxistine û 32 kes jî rizgar kirine.

Keştî wekî firkateya "Irîs Dîna" tê naskirin û 180 kes hilgirtibû.

Heya niha jî, 61 kes hîna jî winda ne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja sêşemê 3'yê adarê ragihand ku ji dema destpêkirina êrîşên xwe yên bi Îsraîlê re li ser Tehranê; 17 keştiyên Îranî tune kirine.

 

Amerîka: Şerê bi Îranê re, nû dest pê kiriye

 

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê diyar kir ku operasyonên leşkerî yên Amerîkî li dijî Îranê, piştî 4 rojan hîn jî di qonaxên xwe yên destpêkê de ye.

"Wekî ku Serok Trump dibêje pêlên mezintir û dijwartir li pêşiya me ne.

Em tenê di destpêkê de ne û em dixebitin ku leztir bibin.

Hêzên Îranê saet bi saet kêm dibin, di heman demê de hêza Amerîkî di kontrol û îstîxbaratê de zêde dibe."

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê diyar kir ku îro, bombebaran û balafirên şer ên Amerîkî dê bigihîjin herêmê, da ku operasyonên leşkerî yên berdewam xurt bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye