Nûçeya derew karesat anî: 60 hezar koçber derbasî Spanyayê bûn

Ji ber nûçeyeke nerast a li ser medyaya civakî, di du rojan de 60 hezar kes ji Mexribê derbasî Spanyayê bûn; di encama vê pêla qaçax de zêdetirî 130 kesî jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raportên Reuters û saziyên mafê mirovan, belavbûna îdiayeke nerast a ku digot "Spanya koçberan venagerîne", tofaneke koçberiyê rakir.

Ji ber vê pêla ji nişkê ve, hikûmeta Spanyayê artêşa xwe şand ser sînor û piraniya koçberên pêxwas û bê cilûberg careke din ber bi Mexribê ve hatin vegerandin.

Ev koçberiya bi kom bû sedema karesatê; Komeleya Mexribî ya Mafê Mirovan ragihand ku herî kêm 130 welatî di deryayê de xeniqîne û hikûmetê jî dîtina termên 67 kesan piştrast kir.

Komeleyê bal kişand ser ku ev mirov ji ber hejarî û zilmê reviyane û daxwaza lêpirsîneke fermî kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye