Senatoyên Amerîkî ji bo êrîşên li ser Îranê piştgiriyê didin Trump

Komarparêz û Senatoyê DYA'yê piştgirî dan biryara Trump a şerê li Îranê. Her wiha Karbidestekî Amerîkî eşkere kir ku lêçûna operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê di rojê de, bi qasî 1 milyar dolarî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komarparêzên Senatoyê piştgirî dan kampanyaya leşkerî ya Donald Trump li dijî Îranê.

Her wiha deng dan ku biryarnameya du alî ya her du partiyan ku wê şer rawestanda, asteng bibe.

Senatoyê bi 53 dengan, 47 deng li dijî biryarnameyê bûn.

Her wiha alîgirên biryarnameyê îdia kirin ku armanca Demokratan û Komarparêzan ew e ku vegerandina desthilata destûrî ya Kongreyê di îlankirina şer de ye.

Dijberan ev yek red kirin û îdia kirin ku kiryarên Trump qanûnî ne û di nav desthilata wî de ne.

Her wiha destnîşan kirin ku ew wekî fermandarê giştî, fermana êrîşên sînorkirî ji bo parastina Dewletên Yekbûyî dide.

Komarparêz û Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Jim Risch, di gotareke li dijî biryarnameyê de got :"Ev ne şerekî bêdawî ye, ev şer wê pir zû biqede."

Nedihat hêvîkirin ku tedbîr bi ser bikeve, ji ber ku Komarparêz hem di Senatoyê de û hem jî di Meclisa Nûneran de kêm kursiyên wan hene.

Di heman demê de beriya demekê biryarnameyên ku dixwazin desthilatên şer ên Trump sînordar bikin, asteng kirine.

Serokê Demokratên Senatoyê Chuck Schumer, ku yek ji piştgirên sereke yên biryarnameyê ye, got:

"Îro, endamên Senatoyê bi hilbijartinekê re rû bi rû ne, yan li kêleka gelê Amerîkî yê ku li dijî şerê li Rojhilata Navîn rûdaye bisekinin, yan jî li kêleka Trump bin yê ku Amerîka kişandiye nav şerekî din ku piranî Amerîkî bi tundî li dijî wê ne."

Ji ber ku Demokrat îhtîmal e di hilbijartinên navîn ên Mijdarê de kontrola Kongreyê bi dest bixin, şerekî dirêj bi Îranê re dikare dengdêran bitirsîne.

 

Karbidestekî Amerîkî lêçûna rojane ya şerê bi Îranê re eşkere dike

 

Karbidestekî Amerîkî eşkere kir ku texmînên destpêkê nîşan didin ku lêçûna operasyonên leşkerî yên berdewam ên li dijî Îranê bi qasî 1 milyar dolarî di rojê de ye.

Ev hejmar lêçûnên operasyonên hewayî û deryayî, veguhastina leşkeran, piştgiriya lojîstîkî û xerckirina cebilxane û alavan dihewîne.

Ev texmîn di demekê de tên ku li Washingtonê nîqaşên li ser barên darayî yên şer û bandorên wê li ser budceya federal û aboriya Amerîkayê zêde dibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye