Li gorî ajansa Associated Press a Amerîkî, piştî ku êrîşa mûşekî hat ragihandin, yekser agir bi qada balyozxaneyê ket.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku mûşek li platformeke daketina helîkopterê ya di hundirê balyozxaneyê de ketiye.
Di heman demê de, çavkaniyek ewlehiyê ya agahdar ji medyaya Îraqê re got ku di êrîşa dawî de pergala C-RAM a Balyozxaneya Amerîkî bi tevahî hate hilweşandin.
Hin êavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî, ji Reutersê re ev êrîş piştrast kir, bêyî ku hûrguliyên li ser zirarê bidin.