Rûsya li navenda Ûkraynayê xist

Di heman demê de êrîşên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewamin îro jî di êrîşeke dronan a hêzên Rûsya ya li ser naveneke bazirganiyê ya li Ûkraynayê di encamê de 6 kes hatin kuştin û derdora 90 kesî jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Rûsyayê îro bi dronan navendeke bazirganiyê ya li bajarê Kryvyi Rihê yê Ûkraynayê bombebaran kir. Di encamê de  6  kes hatin kuştin û nêzîkî 90 kesên din jî birîndar bûn.

Waliyê herêmê, Oleksandr Hanza ragihand ku  ji birîndaran 6 zarok hene û rewşa zarokekî û 20 birîndarên din giran e.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky anî ziman ku nîv saet piştî êrîşa yekem, drona duyemîn a Rûsyayê dîsa li navenda bazirganiyê xist. Zelensky got, êrîş li dijî tîmên awarte yên ku diçûn cihê bûyerê hat kirin.

Her wiha êrîş bi kiryarekî terorî bi nav kir ku bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji Rûsyayê bê xwestin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye