Koşka Elysee di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Emmanuel Macron kiriye.
Elysee ragihand ku Serokkomar Emmanuel Macron îstifaya Serokwezîr qebûl kiriye.
Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Partiya Muhafezekar "Les Républicains", Bruno Rétayeau, nerazîbûna xwe li hember erkdarkirina hikûmeta nû nîşan da û daxwaza civîneke awarte kir.
Biryar bû ku Lecornu, roja sêşemê daxuyaniya hikûmeta xwe pêşkêşî Meclîsa Neteweyî, baskê jêrîn ê parlementoyê, bikira, lê wî dest ji serokwezîriyê berda.
Di dîroka welatê xwe de, Lecornu rekoreke nû tomar kir, dema ku bi tenê 14 seatan piştî avakirina hikûmeta nû, bibû serokwezîr û berî ku derbasî seata 15`an bibe, wî istîfa kir.