MSD: Hilbijartinên Hikûmeta Veguhêz 'şanoya siyasî' ne

MSD’ê hilbijartinên parlamantoyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê wekî "şanoya siyasî" bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê hilbijartinên parlamentoyê yên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatine lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, MSD’ê diyar kir ku hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê temsîla tevahiya herêman û hemû pêkhateyên Sûriyê nake.

MSD’ê hilbijartin wek şanoyeke siyasî nirxand û diyar kir ku hilbijartinên bi vî rengî, ne layîqî fedekariyên gelê Sûriyê ne.

Her wiha MSD’ê da xuyakirin ku ev hilbijartin şeklî ne, îradeya gelê Sûriyê temsîl nakin û pêwîstiya gelê Sûriyê bi hilbijartinên rasteqînî heye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, MSD’ê eşkere kir ku eger hilbijartin, ne di bin çavdêriya navneteweyî de bin û ne li ser bingeha wekhevî û dadmendiyê bin, wê ne rewa bin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24