Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, di roja xwe ya 34`emîn de berdewam dike.
Serokê DYA'yê Donald Trump, gef xwar ku dê Îranê vegerîne "Serdema Kevirîn".
Donald Trump di axaftina xwe ya "Banga li Neteweyê" ya li Koşka Spî de, li ser rewşa operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê û paşeroja herêmê daxuyaniyên krîtîk dan û got:
"Em dê di nav 2-3 hefteyên pêşiya me de derbeke pir tund li Îranê bixin û em dê wan vegerînin cihê ku lê ne, yanî Serdema Kevirîn."
Trump, Îran wekî "sponsora yekem a terorê ya cîhanê" bi nav kir û diyar kir ku Amerîka nêzîkî armancên xwe yên stratejîk bûye û Rojhilata Navîn êdî herêmeke azadtir e.
Trump: Tesîsên leşkerî yên Îranê hatine wêrankirin
Trump encamên operasyona ku nêzîkî mehekê dewam kir û jê re "Hêrsa Destanî" tê gotin, parve kir û diyar kir ku Artêşa Îranê derbeyeke mezin xwariye û got:
"Heta vê êvarê hêzên deryayî yên Îranê hatin tunekirin, hêzên wan ên asmanî wêran bûne.
Tevahiya fermandar û kontrola Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û platformên wan ên avêtina mûşek û dronan hatine wêrankirin û pir kêm mûşekên wan mane."
Her wiha Trump eşkere kir ku wan di çarçoveya operasyonê de, bi balafirên bombebaranê yên B-2 êrîşî tesîsên nukleerî yên Îranê kirine û zêde kir ku:
"Me hemû tesîsên nukleerî bi erdê re kirin yek. Êdî metirsiya ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî bi dawî bûye."
Trump: Pêdiviya me bi petrola Rojhilata Navîn nîne
Serokê Amerîkayê, bal kişand ser serxwebûna welatê xwe ya di warê enerjiyê de û got ku welatê wî êdî ne hewcedarê petrola Rojhilata Navîn e.
Trump bi bîr xist ku Amerîka ji Rûsya û Erebistana Siûdî zêdetir petrolê hildiberîne û wiha pê de çû:
"Êdî pêdiviya me bi wê petrola ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe, nîne.
Ew welatên ku di Tengava Hurmizê re petrolê dikirin, divê êdî bi xwe wê derbasgehê biparêzin.
Em ji bo alîkariya hevalbendên xwe li wir in, ne ji bo petrolê."
Donald Trump, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo ew dixwazin derfetekê bidin gelê Îranê, niha tesîsên petrolê nakin hedef, lê li gorî helwesta Tehranê hemû vebijêrk li ser maseyê ne.