Brezîlya û Meksîka hewl didin krîza li Karayîbê sivik bikin

Brezîlya û Meksîka hewl didin krîza Amerîka-Venezuelayê sivik bikin da ku şer û pevçûn pêk neyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Konseya Ewlekariyê ya NY, wê roja Sêşemê li ser daxwaza hikumeta Caracasê bicive.

Endamên konseyê wê di civînê de, alozîya di navbera Amerîka û Venezuelayê de gotûbêj bikin.

Serokê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva diyar kir ku wî ji Trump re gotiye ku tişt bi darê zorê  çareser nabin û çêtir e ji bo çareseriyê hevdîtin bên kirin.

Da Silva da xuyakirin ku ji bo beşdarbûna çareseriyeke aştiyane, ew di xizmeta Venezuela û Amerîkayê de ye.

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum jî ji bo aramîya li herêmê pêşnîyaz kir ku di vê meselê de navbenkariyê bike.

Di heman demê de, Rûsyayê teqez kir ku ew bi hevalbendê xwe Maduro re di nava têkiliyek domdar de ye.

Rûsyayê jî wekî çend welatên li Amerîkaya Latîn, banga kêmkirina rageşiyê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye