Nivîskarê rojnameya Ahbarê Yahya Dabbûk di derbarê serdana Thomas Barrack û Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şara de agahiyek weşand.
Di nivîsê de hat diyarkir ku di hevdîtinê de Barrack lîsteyek bi navê, Lîsteya çeteyan radestî Şara kiriye û xwestiye ku pêwistiyên wê pêkbîne.
Her wiha hat destnîşankirin ku di lîsteyê de navê gelek kes û rêxistinên li Sûriyê cih digirin.
Piraniya rêxistinên selefî û tundiraw ên ne di bin bandora Şara di lîsteyê de ne.
Her wiha Îran, Hîzbûllah, Ensarûllah û Cemaetê Îslamiye ya li Libnanê wekî nav di lîsteyê de û li Sûriyê jî DAÎŞ û gelek rêxistinên din ên tundiraw derbasî lîsteyê dibin.