Pêla germahiyê li seranserî cîhanê bi dijawarî berdewam dike û bi xwe re şewatên daristanan, zihabûn û qurbaniyan çêdike.
Îsal li seranserî daristanên mezin ên cîhanê ji ber pêla zêde ya germahiyê, şewatên dijwar derdikevin.
Herî dawî, li nava daristanên wîlayeta Washingtonê agirekî dijwar rûda û di encamê de li seranserî wîlayetê rewşa awarte hat ragihandin.
Karbidestekî wîlayeta Washingtonê got ku agirkuj li seranserê wîlayeta bi 10 şewatên daristanê yên mezin re şer dikin.
Li gorî rayedaran, li herêma Spokane çend tesîsên sereke hatin valakirin, di nav de santralên paqijkirina avê, santralek ji bo veguhastina enerjiyê ya bermahiyan û nexweşxaneyek hene.
Hat zanîn ku li wîlayeta Washingtonê nêzî 60 hezar kesî bê elektrîk mane û bi hezaran jî ji cih û warê xwe derketine.
Li Yûnanistanê bi sedan agirkuj bi şewatên daristanan re şer dikin
Li Yûnanistanê jî ev nêzî hefteyekê ye bi sedan kes ji tîmên agirkujiyê bi agirên daristanan ên berfireh re şer dikin.
Li gorî agahiyan, di vê hefteyê de, 3 agirkujan di dema pêkanîna erka xwe de jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên Yûnanî eşkere kirin ku heta niha zêdetirî 12 hezar hektar daristan û zeviyên çandiniyê wêran bûne.
Koreya başûrî germahiya herî bilind tomar kir
Pêla zêde ya germahiyê bûye sedema krîzên cidî di jiyana rojane ya mirovan de.
Di nava berdewamiya pêla germahiyê de, Koreya Başûrî germahiya herî bilind a heta niha tomar kir.
Li gorî Rêveberiya Meteorolojiyê ya Koreyê, ji dema ku tomarên avhewayê zêdetirî sed sal berê dest pê kirine, germahiya xwe ya herî bilind tomar kir.
Ajansê diyar kir ku germahiya li bajarekî li başûr-rojhilatê welêt, di roja yekşemê de gihîştiye 42.5 pileyî.
Macaristan ji ber germahiya zêde santrala xwe ya nukleerî digire
Her wiha ji ber zihabûn û pêla zêde ya germahiyê, Serokwezîrê Macaristanê Peter Madiar girtina yekane santrala nukleerî ya welêt ragihand.
Madiar li ser platforma X’ê wiha nivîsand:
"Ji ber kêmbûna asta ava Çemê Dunayê, yek ji du yekîneyên hilberînê yên li santrala nukleerî ya Paksê dê were girtin.
Di encamê de, kapasîteya santralê dê dakeve tenê 240 megawatt."
Ev cara yekem e ku piştî 44 saln tê girtin.