Li Nîjeryayê, di êrîşên çekdarî de 44 kes hatin kuştin

Li Eyaleta Kebbî, li bakurê rojavayê Nîjeryayê, di êrîşên çekdarî de 44 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Polîsê Eyaleta Kebbiyê Beşîr Usman di daxuyaniyek nivîskî de got ku li 8 gundên herêma Shanga ya Eyaleta Kebbî êrîşên çekdarî pêkhat di encamê de 44 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Ji bo pêşîgirtina li êrîşên bi vî rengî, Usman tekez kir ku rayedar, polîs û yekîneyên din ên sûcên tundûtûjî operasyonek paqijkirinê ya berfireh li eyaletê dane destpêkirin.

Her wiha Komîserê Polîsê yê Eyaleta Kebbî Umer Hacîa bang li niştecihên herêmê kir ku hişyar û yekgirtî bimînin.

Nîjerya demek dirêj e li deverên cuda yên welêt bi êrîşên komên çekdar, bi taybet jî bi êrîşên rêxistinên terorîst a Boko Haram û mîlê DAÎŞ yê rojava ISWAP re rû bi rû dimîne.

Beriya du rojan li herêma Shiroro ya Eyaleta Nîgerê di êrîşên çekdarî de 20 kes hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye