NATO di meseleya aloz a Greenlandayê de dibe xwedî helwest.
Rêxistina leşkerî biryar da ku vê zivistanê li Greenlandayê tetbîqatekê li dar bixe.
Çend welatên NATOyê diyar kirin ku ew ê ji bo tetbîqatê hejmareke leşkeran bişînin .
Welatên ku şandina leşkerên xwe piştrast kirin, Fransa, Almanya, Swêd, Fransa û Norwêc e.
Berî niha, endamên NATOyê li gelek deverên herêma Arktîkê tetbîqatên zivistanê li dar xistibûn.
Hêjayî bibirxistinê ye ku biryara tetbîqatê piştî civîna di navbera rayedarên Denmark û Greenlandî ya bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Cîgirê Serok JD Vance re hat girtin.
Ev civîn jî piştî parvekirina Trump a ku dibêje "ji bilî kontrola Greenlandayê ya ji aîlyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û pê ve, tiştekî din em qebûl nakin."
Her wiha, Kanada û Fransayê ragiandibûn, ew ê di hefteyên pêş de li Greenlandayê ,konsulxaneyan vekin.
NATO, Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur e, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat damezrandin.
Amerîka, Kanada û piranîya welatên Ewropayê endamên vê hevpeymaniya leşkerî ne.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nêzîkî 150 leşkerên xwe li Baregeha Fezayê ya Pituffik li bakurê rojavayê Greenlandayê bi cih kirine.