Li gorî nûçeya Reutersê droneke Ukraynî êrîşî firoşgeheke xwarinê ya li bajarê Pavlovsky Posad kir.
Di encama êrîşê de kesek hat kuştin û 27 kes jî birîndar bûn.
Her wiha dronê ziyan da navendeke tenduristiyê ya nêzîkî xwaringehê.
Zelensky: Me balafireke Rûsî ya TU-95ms anî xwarê
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku hêzên welatê wî li Baregeha Hewayî ya Engelsê balafireke Rûsî ya Tu-95MS a ku mûşek hildigirtin xist xwarê.
Zelenskyy di postekê li ser platforma X`ê de wiha got:
"Ev ew balafir in ku êrîşî Ûkraynayê dikin."
Her wiha Zelenskyy destnîşan kir ku êrîş ji aliyê Yekîneya Alpha ya Servîsa Ewlehiyê ya Ukraynayê ve hatiye astengkirin.