Li Çînê ji ber teqîna fîşekên hewayî 8 kes mirin

Îro li Çînê li firoşgeheke fîşekên hewayî ji ber teqîna fîşekan 8 kes mirin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Çînê di derbarê vê teqînê de daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê, hat diyarkirin ku ji ber bikaranîna şaş a fîşekan, ev bûyer çêbûye.

 

Her wiha hat eşkerekirin ku lêpirsîn hatiye destpêkirin û kesên berpirsiyar hatine girtin.

 

Welatiyên Çînê pir caran ji bo pîrozkirina betlaneyan û bûyerên girîng ên wekî Sersala Heyvî, fîşekên agirîn û fîşekên roketî bikar tînin.

 

Gelek caran weke vê bûyerê li Çînê çêbûne.

 

Di sala 2023`an de, li avahiyeke niştecihbûnê ji ber bikaranîna şaş a fîşekên hewayî  3 kes mirin.

 

Di sala 2025`an de, ji ber teqînekê li kargeheke fîşekên hewayî 9 kes mirin û 26 kesên din jî birîndar bûn.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye