Ji ber şerê Pakistan û Efganistanê nêzî 118 hezar kes koçber bûn

Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji ber şerê li ser sînorê Pakistan û Efganistanê derdora 118 hezar kes koçber bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Neteweyên Yekbûyî, di darbarê şerê Pakistan û Efganistan de daxuyaniyek da.

 

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di encama şerê li ser sînorê Pakistan û Efganistanê de derdora 115 hezar kes ji Efganistanê û 3 hezar kes ji Pakistanê koçber bûne.

 

Komîserê Bilind ê Kar û Barên Koçber û Penaberan ê NY'yê bi daxuyaniyekê anî ziman ku bi hezaran şêniyên Pakistan û Efganistanê ji ber şerê di navbera wan de, rewşa mirovan xerab bûye û hîna ewlehiya her du dewletan di xetereyê de ye.

 

Ji 26'ê Sibata îsal ve, piştî ku Kabûlê êrîş bire ser sînor û Îslamabadê bi êrîşên hewayî bersiv da, Pakistan "şerekî vekirî" li dijî desthilata Talîbanê ragihand.

 

Pakistan desthilata Talîbanê tawanbar dike ku çekdarên ku di nav axa Pakistanê de êrîşan dikin, dihewîne, lê Kabûl van tawanan red dike.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye