Fransayê biryara girtina Beşar Esed da

Dadgehên Fransî têkildarî kuştina rojnamevanan li Sûriyê di sala 2012'an de, fermana girtinê li dijî Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed derxist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Daraza Fransayê di çarçoveya lêpirsîna li ser bombebarana navendeke çapemeniyê ya li bajarê Humus ê Sûriyê û mirina 2 rojnamevanan de, Serokê Dewleta Sûriyê yê berê Beşar Esad jî di nav de, derbarê gelek rayedarên payebilind ên berê de, biryara girtinê da.

Rojnamevanên di avahiya ku 22’ê Sibata 2012’an de hatine hedefgirtin, rojnamevana Emerîkî Marie (56) û rojnamevanê Fransî Remi Ochlik (28) bûn ku di encama êrîşeke topên hawanan de jiyana xwe ji dest dabûn.

Di bûyerê de rojnamevanê Fransî Edith Bouvier, wênekêşê Ingilîzî Paul Conroy û wergervanê wan Wael al-Omar jî, birîndar bibûn.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24