Li gorî çavkaniyên du berpirsên hikûmetê ji herêmê diyar kirin ku li Parêzgeha Balûcistanê êrîşkarekî xwekuj bombeya li ser xwe di civîneke siyasî de, teqand. Di encamê de, jiyana xwe ji dest da û 11 kesên din jî hatin kuştin.
Herdu berpirsên hikûmetê, nexwestin navê xwe eşkere bikin, gotin ku di teqînê de, 18 kes birîndar bûne.
Her wiha eşkere kirin ku li parkkirina stadyûmek werzîşê li Quetta, ku bi sedan endamên Partiya Neteweyî ya Belûçistanê lê kom bûbûn, qewimî.
Partiya BNP dibêje ku ew li ser maf û azadiya gelê Belûcistanê dixebite.