Konseya ewlehiyê rewşa Sûriyê nîqaş kir û ji bo xetereya DAIŞ'ê hişyarî da

Konseya Ewlehiyê ya NY li ser rewşa Sûriyê civînek li dar xist. Di civînê de, li ser têkoşîna li dijî terorê, madeyên hişber, piştgiriya ji nû ve avakirina siyasî li Sûriyê, xurtkirina demokrasiyê û pêwîstiya beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê hat nîqaşkirin. Her wiha Nûnerê Rûsyayê jî, banga rawestandina hewldanên qelskirina dewleta Sûriyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Ewlehiyê ya NY îro li ser rewşa Sûriyê civînek li dar xist.

 

Di wê civînê de, nûnerê hikûmeta Veguhêz a Sûriyê yê Konseya Ewlehiyê Îbrahîm Ulebî diyar kir ku "Sûriya nû" di bidawîkirina pirsgirêka Captagonê de bi ser ketiye û di têkoşîna li dijî madeyên hişberê de bûye pêşeng.

 

Her wiha Ulebî bal kişand ser vegerandina pêşengtiya neteweyî di hewldanên rû bi rûbûna DAIŞ'ê de, digel hevkariya bêhempa bi komîteyên navneteweyî re.

 

Ulebî, Îsraîl di berdewamiyê de binpêkirinên li başûrê Sûriyê weke tawanbar bi nav kir.

 

Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY ji bo Sûriyê Claudio Cordone, hevkariya hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi aliyên herêmî û navneteweyî re pesinand û wiha lê zêde kir:

 

Hewldanan pêşî li zêdebûna aloziyê girt û tedbîrên ji bo rêgirtina li ber bikaranîna xaka Sûriyê ji bo berfirehkirina çarçoveya aloziyê pesinand.

 

Cordone hişyarî da ku li gel kêmbûna DAIŞˊê di aliyê erdnîgarî de, lê bi rêya êrîşan hîna jî çalak e û hewl dide ku xwe ji nû ve komî ser hev bike.

 

Cordone banga rêzgirtina serweriya Sûriyê û pabendbûna bi naveroka peymana 1974'an kir.

 

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Sûriyê got ku Serok Donald Trump girîngiyê dide piştgiriya Sûriyeke yekgirtî û bal kişand ser xurtkirina agirbesta li Siwêydayê ya bi piştgiriya DYA û Urdinê û pêşketina ku di navbera Sûriye û Îsraîlê de.

 

Di heman çarçoveyê de, nûnerê Fransayê piştgiriya welatê xwe ji bo ji nû ve avakirina siyasî li Sûriyê û xurtkirina demokrasiyê anî ziman.

 

Nûnerê Fransayê destnîşan kir ku pêwîste ku hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar bibin.

 

Nûnerê Rûsiyê jî hişyarî da ku kontrolkirina berdewam a Colan û deverên başûrê Sûriyê ji hêla Îsraîlê ve rîskên leşkerî zêde dike.

 

Di dawiyê de jî, Nûnerê Rûsiya banga rawestandina hewldanên qelskirina dewleta Sûriyê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye