Êrîşên Hêzên Rûsyayê li dijî Ûkraynayê bi dijwarî dewam dikin.
Ajansa nûçeyan a Rûsyayê li ser zimanê Wezareta Parastinê, ragihand ku hêzên Rûsyayê gundê Bukalyanî li herêma Xarkîvê ya bakur-rojhilatê Ûkraynayê kontrol kirine.
Şevê din Rûsyayê bi balafirên bêmirov êrîşî parêzgeha Odessayê ya li başûrê Ûkraynayê kir.
Waliyê Odessayê Ole Kyper got ku di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn û ziyan li benderê bû.
Xizmetên awarte yên Ûkraynayê ragihandin ku di êrîşê de avahiyeke 16 qatî wêran bûye û di banê wê de agir derket.
Her wiha di avahiyeke din a bilind de, li qata 12'an agir derket.
Desteya Benderên Deryayî ya Ûkraynayê got ku Rûsyayê êrîşî benderên li herêma Odessa ya mezin û li kêleka Çemê Danubê kiriye.
Desteyê diyar kir ku di êrîşan de zirar li depoyan bûye û agir li deverê pêketiye, lê ew zû hat kontrolkirin.
Desteya Benderan destnîşan kir ku bendera Odessayê xebatên xwe didomîne.
Ûkraynayê êrîşî bendera Tuapse ya Rûsyayê li Derya Reş kir
Kîevê jî bersiva êrîşên Moskovayê da.
Fermandarê Hêzên Dronan a Ûkraynayê Robert Provdy li ser Telegramê ragihad ku wan êrîşî bendera Tuapse ya Rûsyayê ya li Derya Reş kiriye.
Di nîsanê de Rûsyayê 6583 caran bi balafirên bêmirov êrîşî Ûkraynayê kir
Rûsya ji bo zirareke bêhtir, êrîşên xwe li dijî Ûkraynayê pêk tîne.
Ajansa France Presse AFP'ê dane ji hêla Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê li dijî Rûsyayê weşandin.
Li gorî wê, Rûsyayê di meha nîsanê de hejmareke rekord a balefirên bêmirov ên êrîşa dûr-menzîle li dijî Ukraynayê bi kar aniye.
AFP'ê ragihand ku Rûsyayê di meha borî de 6 hezar û 583 balefirên bêmirov ên dûr-menzîle avêtine Ûkraynayê.
Ev dane li gorî hejmara ku di adarê de hatine avêtin %2 zêdetir e.
Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê di daneyên xwe de idîa kir ku wan %88 êrîşên bi dron û mûşekan xistine xwarê.