Hêzên Parastina Gel (HPG) duh nasnameyên 5 gerîlayan di sala 2020`an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne, eşkere kirin.
Şehîdên ku nasnameyên wan hatine eşkerekirin ev in: Sara Dilsoz, Serxwebûn Demhat, Hêmin Urmiye, Ronî Xezal û Serhad Qelqelê.
Sara Dilsoz (Emîne Elî) di sala 2017`an de nûçegihana ajansa ANHAyê bû. Di sala 2018`an de tevli refên HPG’ê bû û rêwîtiyek nû di qadên berxwedanê de dest pê kir.
Emîne Ebdulqadir Elî di sala 1994`an de li taxa El Meşleb a Reqayê, di nav malbatekê de ku ji 10 kesan pêk tê ji dayik bû. Ji eşîra El Bu Hemîd e ku yek ji eşîrên Ereb ên navdar ên herêmê ye.
Emîne li dibistanên taxê xwend heta ku dîplomaya xwe ya lîseyê wergirt, dûv re xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha El Furat, Fakulteya Perwerdehiyê berdewam kir.
Piştî ku Reqa di sala 2017`an de ji destê DAIŞ`ê hate rizgarkirin, Emîne cihê xwe di ajansa ANHAyê de digire û wekî nûçegihan û rêveber Navenda Ragihaninê ya Giştî ya li Reqayê kar û xebat dimeşand.
Emîne zêdetirî du salan bû dengê gel, êşên wan vegot û pêşketinên ku piştî rizgarkirinê li bajêr çêbûn ji cîhanê re radighand.
Di sala 2018`an de, Emîne biryareke dîrokî da û tevli refên Hêzên Parastina Gel (HPG) li Çiyayên Qendîlê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Di 18`ê Adara 2020`an de li herêma Avaşîn şehîd bû.