Îranê 18 girtiyên siyasî yên Kurd ji girtîgeha Mehabadê veguhestin Miyandwabê

Piştî ku girtîgeha Mahabadê hate bombebarankirin, girtiyên siyasî yên Kurd ji bo girtîgeheke din hatin veguhestin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, piştî ku navendeke leşkerî ya li nêzî girtîgeha Mahabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Amerîkayê ve hate bomberbarankirin, girtiyên ku deriyê wan hatibû girtin, protesto kirin.

 

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên Rejîma Îranê êrîşî girtiyan kirine û gazên rondikrêj li dijî girtiyan bi kar anîne.

 

Hate gotin ku nêzî 18 girtiyên siyasî ku zêdetirî 10 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, bi darê zorê bo girtîgeha Miyandwabê hatin veguhestin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye