Lezgin

Yekîtiya Ragihandina Azad girtina Hesen Zaza şermezar kir

reset font size increase font size

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Rojnamevan, endamê Meclisa Giştî ya YRA’ê û nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza  binçav kir.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di derbarê endamê xwe de daxuyaniyek da.

YRA ragihand kir ku Hesen Zaza ji aliya hêzên ewlehiyê yê Şamê ve hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamevan Hesen Zaza ji mala wî hatiye binçavkirin û sewqî cihekî nediyar hatiye kirin. Heta niha jî sedemên binçavkirina wî nehatiye eşkerekirin.

YRA destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li gorî zagon û pîvanên di derheqê rojnamevanan de tevnagere û ev yek bandorê li ser şopandina rojnamevana ji bo bûyerîn li Sûriyê diqewime dike.

YRA’ê binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza şermezar kir, bang li aliyên têkildarî ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku Hesen Zaza dimildest serbest berde, berpirsyariyên xwe yên parastina rojnamevanan û dabînkirina jîngeheke guncaw û ewlehe ji bo xebata wan bi cih bîne.

YRA’ê di dawiyê de piştgiriya xwe bi hemû rojnamevanên ku rastî binpêkirin û tengaziyan tên, ragihand.

Demhat Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24