Lezgin

Di Sûq El-Hal a Hesekê de sebzeyên xwemalî tên firotin

reset font size increase font size

Li herêmên Rêveberiya Xweser bi şêwazê xwetêrkirin û pêşxisina çandiniya xwemalî bandoreke erênî li ser cotkar û firoşkarên sebzeyan kiriye.

Ev polîtîka bandora xweya erînî li Sûq El-Hal (Sûka giştî ya sebzeyan) ya li bajarê Hesekê jî kiriye.

Di vê sûkê de cur bi cur sebzeyên herêmê tên firotin. Taybet jî zêdebûna berhemên cur bi cur yên sebzeyan li vê sûkê bala mirov dikişîne.

Di derbarê rewşa bazarê de Bazirgan Baran Nebo  diyar kir ku hemû sebze heremî ne ji ber vê jî rewşa bazarê pir başe.

Baran Nebo dazanîn ku sebzeyên di halê de tên firotin piraniyan wan ji Amûdê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Soda Ebid û ji bajarê li dora Hesekê tên û got: “ Di encama polîtîkayên aborî yên Rêveberiya Xweser de ev bûye 4 sal li herêmê kartol tên çandin. Ev gav hişt ku êdî em li derve kartol nekirin.”

Nebo anî ziman ku li gorî sala borî berhemên sebzeyên îsal yên sala borî bêhtir û baştir e û firotina sebzeyan negirêdayî nirxê dolar e.

Di sûkê de derbarê nirxên sebzeyan de nêrînên cur bi cur hebûn.

Yek ji şêniyê bajarê Hesekê Yûsif Ehmed diyar kir ku li gor rewşa wan a aborî nirxê sebzeyên di Sûq El-Hal de baş in.

Dîsa welatiyê bi navê Ebdullwahab Hisên em li rewşa Sûq El-Hal gelek kêfxweşin û taybet jî ev sebze dema yên herêma me bin hîn xweştir e.

Dayîka bi navê Besma Ehmed Remedan jî destnîşan kir ku sebze li gorî wê bihaye ew nikarin sebze bikire û wiha berdewamî da axaftian xwe: “Niha kîloya becanan 2 hezar e, ez nikarim bikirim, ji min re baha tê. ”

Bi giştî mirov dikare bêje ku liv û tevgereke mezin di Sûq El-Hal de heye û di sûkê de mirov rengê nasnameya herêmê dibîne.

Ilham Elî / Rûhêv Elî

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24