Lezgin

SOHR: Duh li Sûriyê 5 kes di bûyerên cûda de hatin kuştin

reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) li herêmên cûda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên borî de herî kêm 5 kes hatine kuştin.

SOHR`ê derbarê cih û kesên ku hatine kuştin ev agahî parvekir:

‘Li Derayê, çekdarên nenas dema ciwanek di rêya pira xerbî ya Dera El Beled û Muhete re derbas dibû yekser gulebaran kir û di encamê de hate qetilkirin.

Li Dêrazorê jî, dewriyeya ewlekariya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dema hewl dida ciwanekî li taxa El Cora bigire, gule lê barand û kuşt.

Li Laziqiyê jî, çekdarên nenas li pêş Dêra Mar Teqla gule li ciwanekî barand û qetil kir.’

Her wiha li gundewarê rojavayê Dêrazorê jî, di pevçûnek malbatî de ciwanek hat qetilkirin.

Dîsa li gundewarê rojhilatê Idlibê jî, di encama teqîna mayînekî ji bermahiyên şer li nava zeviyek li bajarokê Xan El Sibil de, ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Sîval Revê

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24