Lezgin

IPI: LI Tirkiyê rojnemevan rastî gef û lêpirsînan tên

reset font size increase font size

IPI ku ji bo parastina azadiya çapemeniyê kar dike, di rapora xwe ya heftane ya li ser binpêkirina mafên rojnamegerên li Tirkiyê de cih da rewşa Zeyneb Turgut û Bêrîvan Kutlu.

Enstîtuya Rojnamevanan ya Navneteweyî (IPI) ku wek tora cîhanî ji bo medyaya serbixwe kar dike, binpêkirina mafên rojnamegarên li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi raporekî eşkere kir.

Di raporê de nûçegîhana Ajansa Mezopotomya(MA) Zeyneb Turgut û Berîvan Kutlu ku ji ber nûçeyên xwe rastî gef û lêpirsînê hatibûn jî cih girtin.

Di raporê de di derheqe binpêkirina mafan yê li Tirkiyê de ev agahî hatin dayîn:

“*Rojnemevan Berîvan Kutlu ji ber ku piştî erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de tevlî weşanên televîzyonê bûye bi suçdariya propagandaya rêxistinê kiriye re rû bi rû ye.

*Nûçegîhana MA’yê Zeyneb Turgut jî piştî nûçeya xwe ya ‘Çeteya Fuhuşê’, ji ber suçê doza fuhuşê gef xwar.

*Rojnamevan Metîn Yoksu bi îddîaya terorê hat girtin.

*Rojnemevan Fatîh Altayli ji ber şîroveyên xwe yên li weşana xwe ya li ser Youtube hat girtin.

*Di derbarê rojnamevan Nedîm Turfent bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ biryarekî din ya girtinê hat derxistin.

*Saziya Bilind a Televîzyon û Radyo ya Tirkiyê(RTUK) 10 roj cezayê sekinandina weşanê li Halk TV’yê birî. Li Tele 1, Halk TV û Sozcu TV’yê re jî cezeya pereyan da. Tê gotin heke ev ceza berdewam bikin dibê ku lîsansa weşanê ya van kanala were betalkirin.

*Di derbarê rojnemevan Altan Sancar de ji ber parvekirinên wî yên di derbarê li ser CHP erkdarkirina Qeyyuman di çarçova kanuna dezenformasyonê de doz hate vekirin.

*Hesabê X’ê ye KaosGL, piştî ‘Meşa Rumetê’ ya li Stenbo û Ankara hate astengkirin.”

Demhat îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24