Îro salvegera kimyabarana bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye. 38 sal li ser komkujiya kimyabarana rejîma Baas a Iraqê re derbas bûn, lê hîna birîn derman nebûne.
Di 28’ê Hezîrana 1987’an de derdora saet 16:30’an de, balafirên şer ên rejîma Baas a Iraqê bajarê Serdeştê bi bombeyên kimyawî bombebaran kirin. Di êrîşê de du caran bazar, du caran navendên taxan û sê caran jî gundên girêdayî bajarê Serdeştê hatin bombebarankirin. Di vê kîmyabaranê de 110 welatî hatin qetilkirin û zêdetirê 8 hezaran jî birîndar bûn.
Bombebarana Serdeşt di dema şerê Iraq û Îranê de bû. Rejîma Baas bi hinceta bombebarankirina hêzên Îranê navenda bajarê Serdeşt bombebaran kir. Ev bombebaran di demek de bû ku bajarê Serdeşt bi xwe li dijî rejîma Îranê di nava têkoşînê de bû.
Rewşa birîndaran:
Li gorî bîlançoyên fermî di komkujiya bajarê Serdeştê de 8 hezar û 25 kes birîndar bûn. Herî kêm 4 hezar û 500 kes jî birîndaran pêwîstiya wan bi dermankirina lezgîn hebû, lê ji birîndaran tenê 300 kes hatin derman kirin.
Birîndarên din li gundên derdora Serdeşt ji ber jehrîbûna hewayê pêwîstiya wan bi dermankirinê hebû. Hezar û 500 kes ku bi giranî birîndar bibûn û pêwîstiya wan bi dermankirina lezgîn hebû, lê ji ber ev pêwistî nehatin bicih anîn ji wane 130 birîndaran jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber bandora kîmyabaranê di zarokan de gelek nexweşiyên neyînî çêbûne û dibe sedem ku seqetbûnek di zarokan de çêbibe. Ev jî tê wateya ku her sal diçe êşa komkujiya Serdeşt nû dibe.
Cîhan çima bêdeng ma?
Tevî ku Kîmyabarana Serdeşt li ber çavê civaka navnetewî hate kirin, lê belê yek helwest jî li dijî vê komkujiyê çênebû. Li gel bêdengiya civaka navnetewî, Rejîma Îranê jî pêşî li bombebarana balafirên rejîma Baas a ser Kurdan negirt û birîndarên kimyabaranê hatin paşguhkirin.
Ji ber bêdengiyê di sala 1987’an de çend gundên din yên bajarê Bane, Şino û Serpêl Zehawî ya ser bi Rojhilatê Kurdistanê hatin kîmyabarankirin. Bêdengiya civaka navnetewî li hemberî kîmyabarana Serdşet û weke pêştir a bajarê Bane, ew cesaret da ku rejîma Baas di sala 1988’ê de bajarê Helebçe kîmyabaran kir û komkujiyek mezin li ser Kurdan pêk anî.
Dewleta Tirk a dagirker jî bi heman zihniyeta rejîma Baasê çekên kîmyawî dijî Kurdan bi kar tîne. Bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê çekên kîmyawî dijî şervan û welatiyên sivîl têne bikaranîn. Îro dewleta dagirker li Başûrê Kurdistanê li ber çavê hemû cîhanê çekên kîmyawî bi kar tîne.
Li gorî daneyan 22’yê Îlona 1980’yan heya 8’ê Nîsana 1987an rejîma Baasê herî kêm 196 caran çekên kîmyawî li Rojhilatê Kurdistanê bi kar anî.
Viyan Soran Kara