Koçberên Efrînên diyar kirin ku daxwaza wan a sereke vegera li Efrînek azad û jiyanek di bin siya darên zeytûnan de ye.
Koçberê ji Efrînê Mistefa Henan diyar kir ku ji ber kêmbûna avê, qutbûna dûbare ya ceyranê, kêmbûna hêmanên sereke yên jiyanê, belavbûna nexweşiyan û bilindbûna germahiyê, ew zehmetiyan dikişînin.
Zaroka ji Efrînê, Kamîliya Îsmaîl a 10 salî jî anî ziman ku ew ji ber germahiyê pir zehmetiyan dikşîne.