Li enqereyê polîsan meşa KESK'ê asteng kir

Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî bêhiqûqiya KHK'yan, bi dirûşmeya "Em ê karê xwe bi paş ve bistînin" di 13'ê cotmehê de ji Amedê dest bi meşê kiribû, di roja çaremîn de gihîşt Enqereyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meşvan li Enqereyê ji aliyê endam, rêveberên sendîkayan û gelek kesan ve li pêşiya navenda giştî ya SES'ê hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê meşvanan xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin û daxuyaniyê bidin, lê ji aliyê polîsan ve, hatin astengkirin.

Meşvanan xwest bimeşin lê polîsan êrîşî wan kir. Li dijî êrîşê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Kocak li vir axivî û diyar kir ku ev meş ji bo hiqûq û aştiyê ye û got: "Îro agirê me li vir pêxist, wê geş bibe û aştiyê bîne."

Paşê parlamenterên DEM Partî û CHPê hatin serdana meşvanan.

Meşvanan diyar kir ku meş wê pêşiya Meclisê berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye