Konferansa Niştimanî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê hate lidarxistin

Ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser û parastina yekrêziya Kurdî, Konferansa Niştimanî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê hate lidarxistin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi peyamekî bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku xwe rêxistin bikin û ji bo civaka xwe projeyan pêş bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piraniya kesayet, sazî, deste û beşên civaka Kurd hiwil didin ku yekîtiya siyasî ya Kurdan pêk bê da ku projeya Netewa Demokratîk were bicihkirin.

Li bajarê Gelsenkirchen ê Almanyayê, Konfransa Niştimanî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê, bi beşdariya 130 ciwanan hat lidarxistin.

Ciwanên beşdar bûne, ji dewletên Almanya, Danmark, Belçîka, Holenda, Fransa, Awisturya, Birîtaniya, Siwêd û Kanadayê hatibûn.

Konferans ji aliyê Însiyatîfa Vejînê, ya ku ji 2020'an ve ji hêla kesayetên Kurd ji Kurdistanê û derveyî welat hatiye avakirin, hate lidarxistin.

Di konferansê de, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, komele, însiyatîf, rewşenbîr, akademîsyen, xwendekar û oldar amade bûn.

 

Mazlûm Ebdî: Divê ciwanên me xwe birêxistin bikin û projeyan pêşbixin

 

Bi rêya dîmen, peyama Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî hat pêşandan.

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de ev bang li ciwanan kir:

“Divê ciwanên me yên li Ewropayê tevger û rêxistina xwe çêbikin, xwe perwerde bikin, xwe zana bikin, hevdû nas bikin, bi hevdû re hereket bikin, planên xwe derxin, karên hevbeş bi hev re bidin meşandin û bi rêya xwe tevgerkirinê re jî, karibin bi erkê xwe re rabin.

Bê tevger ne mimkun e ku mirov karibe bi erkê xwe yê neteweyî rabe.”

Gelek nameyên wisa ji kesayetiyên din jî ji bo ciwanan hatin.

Her wiha nîqaş hatin kirin ku wê çawa bikarin yekîtiya Kurdan biparêzin û dema ku êrîşek li ser Rojavayê Kurdistanê çêbibe, rola wan wê çibe?

 

Konferansê piştgiriya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir

 

Konferans piştî nîqaşan bi encamanameyekî bi dawî bû.

Hin xalên sereke yên encamnameyê wiha ne:

1- Pêşxistina projeyên hevbeş, rêxistinkirin û rêvebirina enerjiya ciwanan li Ewropayê û aktîvkirina danûstandinan di navbera wan û saziyên Rêveberiya Xweser li Rojava, civaka sivîl û komên ciwanan de.

2- Bi hemû rêbazên gengaz parastina yekitiya Kurdan.

3- Piştgiriya encamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

4- Piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û ji bo pêşxistina wê, pêkanîna xebatan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24