Ewlekariya giştî 4 ciwanên Efrînê girtin

Li Efrînê, 4 ciwanên ku di koma sêyemîn a koçberên Efrînê de vegeriyabûn, ji hêla Ewlekariya Giştî ya Hikumeta Demkî ya Sûriyê ve hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan, komeke endamên Hêzên Ewlekariya Giştî ya Hikumeta Demkî derbasî hundirê erebeyên koçberan bûne û li telefonên wan mêze kirine û nasnameyên wan birine.

Ev karwan, berya 2 rojan ji Cizîrê derketibû û duh gihîştibû Efrînê.

Binçavkirina ciwanên Kurd bi vî rengî, binpêkirineke eşkere bo lihevkirina 29`ê Çileyê ye ku garantiya vegera ewle û bi rûmet ya koçberên Efrînê dike.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jî Hêzên Ewlekariya Giştî ji hin ciwanan xwestin ku serdasna navendên ewlekrariyê bikin.

Di heman çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Giştî, duh ciwanek li bajarê Efrînê berda.

Li gorî malpera Efrîn News 24, ev ciwanê ku 8 sal in ku ji Efrînê koçber bibû, piştî vegerê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Giştî ve hatibû binçavkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye