Li Silopyayê ji ber kangehên komirê rêjeya penceşêrê zêde dibe

Li navçeya Silopyayê ya Şernexê ji ber santralên kehrebeyê, rêjeya pençeşêrê zêde bûye. Herçend daneyên fermî nehatibin eşkerekirin jî, xebatkarên tenduristiyê û nexweş dibêjin ku hema hema hemû malbat di bin bandora vê nexweşiyê de mane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Santrala kehrebeyê ya komirê ku ev 17 sal in li navçeya Silopyayê ya Şernexê dixebite, careke din bûye mijara nîqaşên têkildarî tenduristiya giştî. 

Angaşt hene ku ev qirêjî bandorê li herêmeke berfireh dike ku ji Silopyayê wêdetir diçe navenda bajarê Şernex, Qilêban û heta Zaxoyê jî. 

Tê texmînkirin ku li navçeyê nêzîkî 4 hezar nexweşên penceşêrê hene û her meh bi navînî destnîşankirina nexweşiyê ji bo 10 kesên nû tê kirin.

Rapor nîşan didin ku ji her deh nexweşên ku li beşa onkolojiyê ya Amedê tên dermankirin, du kes ji Silopyayê ne.

Nexweşên penceşêrê ne tenê bi nexweşiyê re, lê di heman demê de bi pirsgirêkên gihîştina xizmetên tenduristiyê re jî têdikoşin. 

Ji ber nebûna derfetên wekî PET-CT, radyoterapî û testên genetîkî li Şernexê, nexweş tên şandin ji bo nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn û Sêrtê. 

Azad Deger: Tenduristiya gel ji destkeftiyên şîrketan girîngtir e

Azad Deger ê 37 salî, ku ev nêzî sal û nîvekê ye ji ber penceşêra kolonê tê dermankirin, yek ji van nexweşan e.

Deger diyar dike ku di malbata wî de dîroka penceşêra genetîkî tune ye, lê îro hem ew û hem jî du apên wî bi penceşêra kolonê re têdikoşin.

Deger zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê bi santrala elektrîkê, kanên komirê û wêrankirina jîngehê ve girê dide.

Deger daxwaza girtina santralê dike û destnîşan dike ku "divê tenduristiya gel ji destkeftiyên şirketan girîngtir be."

Welatiyekî din ku naxwaze navê wî were eşkerekirin, diyar dike ku dê û bavê wî ji ber penceşêrê tên dermankirin. 

Niştecihên Silopyayê dibêjin ku hema hema li hemû malên navçeyê nexweşekî penceşêrê heye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye